Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê paşketina serdana Serok Barzanî ya ji bo Emerîka

Li van çend rojan de di derbarê sedema paşketina serdana birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka li hejmarek medya û saziyên ragihandinê de nûçeyên nerast belav bûne.
Li rastiyê de hemû amadekariyek ji aliyê îdareya Emerîka ve ji bo vê serdanê û dema wê û hevdîtina li gel berpirsên mezinên Emerîka û Serokê Emerîka hatibû encam dan. Lê belê Serok Barzanî bi xwe biryar daye vê serdanê ji bo demeke guncawtir paşbixe û ev babet jî li peywendiya telefoniya di navbera Cîgirê Serokê Emerîka û Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye behs kirin.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
01.02.2014




