Rewşa jinan ên Kurdistan li parlamewntoya Ewropayê

Şandeyeke herêma Kurdistanê ku, ji Pexşan Zengene seroka konseya balaya karûbarên xaniman, Florîn Gorgîs rêvebira giştiya dîwana konseya karûbarên xaniman, Çinar Seid Ebdula çalkvana siyasî û medenî û Dilawer Ajgehî nûnerê hikûmeta Kurdistanê yê li Brukselê pêkatibû, digel heyeteke îraqî beşdarî civîna parlamentoya Ewopayê a taybet bi rewşa jinan li Îraqê kir.
Di civînê de ku, bi serperiştiya paralmenter Stirwan Stefanson serokê komisyona karûbarên Îraqê li parlamentoya Erpoayê û bi amadebûna hijmareke parlamenterên ewropayî birêve çû, rewşa jinan li Kurdistan û Îraqê hate nirxandin di vê çarçoveyê de çend gotar hatin pêşkeşê kirin.
Pexşan Zengene seroka konseya balaya karûbarên xaniman di gotara xwe de behsa wan destkeftiyan yên di warê mafê jinan de li herêma Kurdistanê bidest ve ahtine kir û got ku ew siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê li ser diçe di xêra geşepêdan, berjewendî û baştirkirina rewşa jinan e li herêma Kurdistanê. Wê, herwesa, di gotara xwe de behsa wan kelem nû nastengiyên dikevin pêşiya geşepêdana rewşa jinan kir û got ku, ew astengî û kelem ji paşmayîyên siyaseta rijêma berê ye.
Pexşan Zengene seroka konseya balaya karûbarên xaniman daxwaz ji Yekêtiya Ewropayê kir ku, ofîseke xwe li herêma Kurdistanê vekin û ji bona serxistina pilanên hikûmeta Kurdistanê yên di warê rewşa jinan de, di warê şarezayî û tecrûbeyê de hevkariya herêma Kurdistanê bikin.
Florîn Gorgîs rêvebira giştiya dîwana konseya karûbarên xaniman jî di bgotara xwe de behsa verastkirina yasaya barê kesatî û derxistina yasaya berhingarbûna şideta li dijî jinan ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve kir..




