25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Têkeliyên Kurdistan û Kenadayê ketin qonaxeke nû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duh li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Birono Sakomanî sefîrê Kanadayê yê Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de mekanîzma pêşxistina tekeliyên navbera her du aliyan, rewşa herêma Kurdistan û rewşa Îraqê û herêmî û bi tyabetî rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê hatin minaqeşe kirin.

 

Sefîrê Kanadayê di axaftinekê de got ku, welatê wî xwestekek bihêz heye di pirosesa avakirin û binyatdanan herêma Kurdistanê de beşdariyê bike û Kanada dixwaze ji nêzîk bi herêma Kurdistanê re ker bike û têkeliyên di warê siyasî, aborî , kulturî û di waran din de pêşbixe. Wî got: Li herêma Kurdistanê derfetên karî û sermayerazandinê yên baş hene û şirket û kompaniyên kanadayî dikarin sud û ji wan derfetan werbigirin.

 

Felah Mistefa  kêfxweşiya xwe li heber astê başê têkeliyên navbera Kanada û Kurdistanê nîşan da û got ku, herêma Kurdistanê pêşwaziyê li birayra Kanadayê a vekirina nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê dike. Mistefa got ku, ew dixwazin hevakrî û hevahengî di navbera Kandada û herêma Kurdistanê de berdewam be û Kanada rola xwe di geşkirina Kurdistanê de bilîze.

 

Her du aliyan rewşa emnî û siyasiya Îraq, Suriye û herêmî nirxand  û sefîrê Kandayê got ku, welatê wî amadeye bedrewam alîkariya penabrên surî yên li herêma Kurdistanê bike.

Nûçeyên têkildar