Necef, 5 kes hatin kuştin û 14 birîndar bûn

Jêderekî polîsên Necef ragihand, ku di encama teqîna otombîleka mînkirî nêza xwerdingeha milî ya navenda evî bajêrî, 5 kes hatin kuştin û 14 dinên jî birîndar bûn.
Herweha evî jêderî ragihand, ku " ev otombîla han li rex xwerdingeha milî hatibû parkkirin û ber destê sibê li taxa Hatif li bajêrê kevin navenda Necef hat teqandin û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 14 dinên jî birîndar bûn herweha zîyanên maddî gihaye bi evê xweringehê û çend dukanên bazirganîyê".
Herweha ragihand, ku otombîlên hawarhatinê çûn devera teqînê da ku birîndaran bo nexweşxaneyeka nêzîk veguhaze.




