26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hukûmeta Iraqê: em dê supayê ber bi Sûrîya ve bişînin

Çavkanî: KDP.info

Li hember xirabûna rewşa penaberên Iraqê li nava axa Sûrîya,  hukûmeta Iraqê ragihand, dibe ku em neçar bimînin ji bo parastina hevwelatîyên xwe yên li Sûrîya, hêzên supayê ber bi Sûrîya ve bişînin.

Li gorî jêderan ev du heftene du rojnamevan û 34 hevwelatîyên Iraqî li nav axa Sûrîya hatine kujtin û ragihandinkarên Iraqê di beyannameyekê de daxwaz ji hukûmeta Iraql dikin ku bi lez hevkarîya hevwelatîyên Iraqê li evî welatî bikin.

Di vê derbarê de Elî Debax bêjedarê fermîyê hukûmeta Iraqê ji kenala asmanîya Russîya ya El-Yawim re ragihand, ku da ku em li dijî ew alîyên ku hevwelatîyên Iraqê dikujin derkevin em dê supayê Iraqê ber bi axa Sûrîya ve bişînin.

Nûçeyên têkildar