26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hevpeymanîya Kurdistanî xweşhalîya xwe li hember rizgarbûna çend bajêrên Kurdî li Sûrîya derbirî

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja şemîyê Hevpeymanîya Kurdistanî xweşhalîya xwe li hember rizgarkirina bajêrê Amûde ( ya ku dikeve bakurê bajêrê Heseke) û bajêrên dinên Kurdî ragihand, ku birêveberîya ev bajêrên han keftîye bin destê Kurdan.

Di evê derbarê de li gorî ajansa Aknews endamê Hevpeymanîya Kurdistanî li parlîyamenta Iraqê Şiwan Muhemmed Taha ragihand, ku " xebat û têkoşîna gelê Kurd li Sûrîya mafeke nayê înkar kirin û heger gelê Kurd li Sûrîya ev mafa han bi dest xwe ve anî dê pir baş bibe û em piştevanîya wan dikin ku bi rêya aştîyane evan deveran bi dest xwe ve bihênin".

Herweha got, ew tiştikê ku li Sûrîya çêdibe tenê pêwendî bi gelê Sûrîya ve heye û ti kes nikarê destêwerde bi taybetî me gelekî ji destêwerdanê azar kişandîye".

Wek tê xuyakirin ku ji 15 adara 2011 şoreş li Sûrîya destpê kir û heta niha jî berdewame, ku daxwaza roxandina rejîma Beşar El-Esed dike, nêza 17 hezar kesî jî li ser destê hêzên Supayê Sûrîya hatine kuştin.
Li gorî serjimêrîyên ne fermî, hejamra Kurdan li Sûrîya 3 millîyon kesin.


 

Nûçeyên têkildar