26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Şandeka Hevpeymanî Niştimanî seredana herêma Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Navenda tora nûçeyên Iraq belav kir, ku dê şandeka Hevpeymanîya Niştimanî di çend rojên tên de seredana herêma Kurdistanê bike, da ku pirosesa çaksazîyan digel berpirsên mezinên herêma Kurdistan gengeşe bike.

Roja pêncşemê 19/07/2012, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li bajêrê Selaheddînê bi Tony Blinken re şîretkarê serokê Amerîka bo karûbarên Asayîşa Netewe û şandîya pê re kombûnek sazkir, di derbarê hevdîtin û kombûnên bihên bi serokê Hevpeymanîya Niştimanî û hevdîtin û kombûnên Hevpeymanîya Kurdistanî digel hevpeymanîya Niştimanî, serok Barzanî tekez kir ku ti carî me wek evan hevdîtinan û kombûnan ret nekirîye.

Serokê herêma Kurdistanê tekezî li ser encamdana çaksazîyên rast kir bo pêşxistina barûdaoxa sîyasîya Iraqê û hebûna gerentîya qanûnî ji bo encamdana evan çaksazçyan û demekî dîyarkirî bihê danan.

Nûçeyên têkildar