Macaristan konsulxaneyê li Hewlêrê vedike

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berprisê peywendiyên derve yê hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyeke taybet de bo malpera hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand ku, di demek nêzîk de dê Macaristan nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê veke û ji bona vê jî razîbûna hikûmeta Îraqa federal wergiritye.
Mistefa got ku, piştî serdana serokê herêma Kurdistanê bo Macaristanê û xesteke her du aliyan ji bona zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan di hemû waran de û hevkarî û hevahengiya navbera fermangeha têkeliyên derve a hikûmeta herêma Kurdistanê û sefaretxaneya Macaristanê li Bexdayê, hikûmeta Macaristanê biryar da konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke û ji bona vekirina hunsulxaneyê jî razîbûna wezareta derve ya Îraqê wergiritye.
Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, nuha 31 welatan nûneratiya xwe di sewîyeyên cuda de li herêma Kurdistanê heye û welatê Çîn, Kwêt û Kanadayê jî biryar standine nûneratiyên xwe li Kurdistanî vekin.




