Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Şehîd Samî Abdulrehman kir

Ji bo koça dawiya xanim Fewziye Emîn Abdulrehman hevjîna Şehîd Samî Abdulrehman û dayika Şehîd Selah Samî Abdulrehman, roja sêşemê 28.01.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyekî telefonî da li gel xanim Beyan Samî Abdulrehman serxweşiya xwe bi xanim Beyan û malbata Şehîd Samî ragihand.
Li vê peywendiyê da Serok Barzanî ji bilî derbirîna hevxemiya xwe ya ji bo kesukarên xwedê jêrazî û malbata Şehîd Samî Abdulrehman, hêvî jî xwest xwedayê mezin sebirê bi hemû aliyek bide û xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike.




