25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

ENKS tevlî Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk nabe

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragehand ku ew tevlî Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk nabin ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve tên ragehandin û got: "Her endamekî ENKS’ê yên di nav wan rêveberiyan de jî wê bên dûrxistin."

 

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) civiya û di civînê de ENKSê pirsa çarenvîsa aliyên nav encûmenê yên ku tevî kantona PYDê bûne hat minaqeşe kir û biryar da ji niha û şûnde, Serokê Encûmena Cîbicîkar ya Kantona Cezîrê Ekrem Heso û herdû partiyên Çep beşdarî civînên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî nebin.

 

Ev biryara Encûmena Niştîmanî ya Kurdî piştî wê yekê tê, Endamê Encûmenê Ekrem Hiso û herdû partiyên çep beşdarî kantona Cezîrê bûn ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatibû ragehandin. ENKS îtîrafê bi kantonên PYD nake û di wê baweriyê de ye ku PYD bi ser xwe hemû tiştî dike daku li Rojavayê Kurdistanê desthilata xwe ferz bike.

 

21’ê mehê li bajarê Amûdê û 27’ê mehê li bajarê Kobanî, PYD’ê û hevalbendên wê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û Kantona Kobanî ragehandin. Herwiha biryare îro jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Efrînê bê ragehandin.

Nûçeyên têkildar