25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fransa vîzeyê dide hevwelatiyên Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Fransa dê bi rêya şirketeke taybet vîzeyê bide hevwelatiyên Herêma Kurdistanê û xeta rasterast ya esmanî jî di navbera  Hewlêr-Parîsê de vedibe. 

 

Di beyannameyekê de, Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku desteya wan û balyozê Fransayê bihêzkirina têkiliyên navbera her du aliyan gotûbêj kirine.

 

Di beyannameyê de wiha tê gotin: "Mebesta van gotûbêjan sûdwergirtine ji ezmûna welatê Fransayê di warê geştiyarî de. Bi taybet di warê kargêriya navenda pêgehandina geştiyarî de ku niha li Hewlêr, Silêmanî û Sersingê di qonaxa avakirinê deye."

 

Li gor beyannameyê, ji bo geşepêdana warê geştiyarî li Herêma Kurdistanê gotûbêj li ser gelek babetên din hatiye kirin, wek asankariya bo hat û çûna geştyaran di navbera her du welatan de, bi vexwendina çend şirketên Fransî ji bo herêmê û çêkirina peywendiyên geştiyarî ligel şirketên geştiyarî yên Kurdistanê ji bo rêkxistina geştan.

 

Di heman demê de Balyozê Fransayê di civînê de ragehandiye ku hewlên vekirina xeta rasterast di navbera Hewlêr-Parîsê dane û ji bo vîzeyê jî dê şirketeke taybet bi vî karî rabe daku vîzeyê bide hevwelatiyên Herêma Kurdistanê.

 

Nûçeyên têkildar