26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî çi xwest ji nûnerên kurd yên li Bexdayê re bêje

Çavkanî: KDP.info

Ji bona zelalkirina helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê li dor pirsa budecya Îraqê a sala 2014ê, berhemanîn û hinartina nefta Kurdistanê bo derve, hûrgilîyên danûstandinên Hewlêr û Bexdayê û çend pirsên din, roja 27ê vê mehê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, digel parlamenterên parlamentoya Kurdistanê, parlamenterên kurd yên parlamentoya Îraqê û wezîrên kurd di hikûmeta Îraqê de civiya.

Di destpêka civînê de serokwezîrê Kurdistanê gotarek pêşkeş kir û wî di gotara xwe de bi awayekî zelal û berfireh amadebûyên civînê ji  siayseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê neftê û pirsgirêkên digel Bexdayê agadar kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku, piştî çend mehên din 11 sal bi ser jinavçûna rijêma Bassê ve derbas dibin, berî hîngê gelên Îraqê weke xewin dizanî ku, rojekê bikaribin bi azadî, serbilindî, tenahî û demokarasî li Kurdistan û Îraqê de bijîn, lê ji ber xweragiriya gelê Kurdistanê hindek ji wan xewinan li herêma Kurdistanê bicî hatin.

Piştî gotar hatine xwandin beşdarên civînê pirs ji serokwezîrê Kurdistanê kirin û serokwezîr jî bi awayekî vekirî û zelal bersiv dan:

- Ji hemû tiştî giringtir eve ku, li ser pirsa neftê kodengî hebe li hember Bexdayê. Pirsa neftê du alî ye; alîyek siyasî û aliyê din jî aborî ye. Ew kesên birêz yên di nivîsandina destûrê Îraqê de başdar bûn, baş dizanin ku, hemû pirsgirêk li ser yek peyvê bû, ew jî ev bû; nefta Îraqê ”biver re” yan ”bi hevahnegî û bi rawêjê” bê birêve birin. Kurdan îsrar kir ku, divê ”bi hev re”  bê meşandin, yên din digot divê ”bi hevahengî û bi rawêj” bê rêvebirin, lê ji encamê îsrara kurdan peyva ”bi hev re” di destûrê de hat bicî kirin. Ango ev mafekî me yê destûrî ye û li herêma Kurdistanê em nikarin, çênabe, nediruste em dest ji mafên xwe yên destûrî berdin.

- Hemû ew kompaniyên îro li herêma Kurdistanê kar dikin, nişan û belgeye ku, di pirsa neftê de yasa û destûr li pişt me ye. Ji ber ku eger ne wisa be, ne momkine ew kompanî girêbesta digel me îmza bikin. Mistehîle kompaniyeke weke Exoon Mobil girêbestê digel me îmza bike eger nezane yasa û destûr li pişt me ye, wan kompaniyan bi hezaran advokat hene. Di vî warî de me kareke gelek baş kiriye û em mafê xwe yê destûr û yasayî bi cî kiriye.

- Di qonaxa yekem de Bexdayê wisa hizir dikir ku, di esas de enft û gaz li herêma Kurdistanê nîne, qonaxa din ew bû wan got neft li herêma Kurdistanê heye, lê ne wisa weke behis dikin. Paşî gotin her kompaniyeke biçe herêma Kurdistanê dê bikeve di lîsteya reş de, qonxa dawiyê wan bawerî bi hemû meseleyan anî, lê wan wesa bawer dikir herêma Kurdistanê rêya hinartina neftê bo derve nîne û dê neçar be daxwaz lêborînê ji Bexdayê bike û mesela neftê teslîmî Bexdayê bike. Bexdayê hizira vê yekê ji herêma Kurdistanê nedikr. Bexdayê wisa hizir dikr siyaseta herêma Kurdistanê dê şikestinê bixwe û em dê vegerin bo Bexdayê û uzra xwe ji wan bixwaz in.

Di bersiva pirsekê de li dor rêkeftina herêma Kurdistanê digel Tirkiyeyê li se meseleya hinartina neftê, Barzanî got:

- Piştî du salan ji danûstaninên çir û berdewam, hikûmeta herêma Kurdistanê rêkeftineke gelek baş digel Tirkiyeyê îmza kir û bi dehan advokat beşdarî di amadekirina wê rêkeftinê de kiriye. Rêkeftin jî bi navê rêkeftina navbera herêma Kurdistana Îraqê û Tirkiyeyê ye. Me boriya neftê jî timam kir, lê heta nuha me yek bermîla neftê li bazarên Tirkiyeyê bo cîhanê nefirotiye, ji ber ku, îro jî, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze  li ser vê pirsê digel hikûmeta Îraqê bigehe çareseriyekê û me tu tiştek veşartî digel Bexdayê nîne.

- Pirsa serke eve; gelo em digel Bexdayê di vî welatî de şerîk in yan em neşrîk in? Ev esasê hemû pirsgirêkan e. Em dixwaz in mafên xwe yên destûrî bi cî bikin û ew dixwaz in bi awayekî merkezî hemû mesele li Bexdayê biryar li ser bê dan. Ev kakila meselê ye, eger em li ser vê pirsê gihiştin lihevhatinekê, pirsên din hemû hêsan in.

Derbarê rola nûnerên kurd li parlamentoya Îraqê û hikûmeta Îraqê de, serokwezîrê got:

- Wan roleke mezin dîtiye û her ev ji wan tê, ji ber ku eger mesele hate ser piranî û kêmanî, encam dê wisa bin, em li Îraqê kêmanî ne, divê Îraq bi tewafiq birêve biçe, jiber ku eger ne wisa be, me dê hertim di hemû pirosesan de zerermend bin.

-  Berî Dr. Aşitî Hewramî postê wezîrê samanên xwezayî werbigire, kêşe, girft, alozî û nezelalî di girêbestên neftê de hebû. Lê piştî wî ew post wergirtî, yek ji karê wî nehêlana hemû wan nezelaliyan bû di girêbestan de. Ev rastyeke, mim, weke serokwwzîr, rêz û pêzanîn bo dr. Aşitî Hewramî heye ku, di van salan de bi dilsdozî û pêşmergatî karê xwe kiriye.

Li dor şefafiyeta dahatiniyê neftê jî, serokwezîr got:

- Hûn wek nûnerên xelkê mafê weye hûn bizanin dahatiniyê neftê çewaye, çend pare ji kompaniyan hatiye wergirtin û çewa hatiye serif kirin? Bê şik hikûmeta herêma Kurdistanê bersiva van pirsan hemûyan dide. Hikûmeta herêma Kurdistanê komîteyeke heye bi navê Komîteya Neft û Gazê. Her pereyekî hatiye serif kirin bi agadariya wê komîteyê hatiye serif kirin û parlamentoya Kurdistanê biryar li ser vê mekanîzmê daye. Parlamentoya Kurdistanê mekanîzma çewaniya îmzakiirna girêbestan digel kompaniyan danaye.

Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser kodengiya gel û hêzên siyasiyên herêma Kurdistanê kir û got ku, ji bilî wê kodengiyê me tu garantî nîne û eger ew kodengiye nebe şikestin para me dibe. Li dor avakirina kabîneya heştem a hikûmeta herêma Kurdistanê jî, serokwezîr got ku, navê ”kabîneya kodengiya niştimanî” navekî hêjayî hikûmeta nû ye.

Her di civînê de Amanc Rehîm rawêjkarê serokatiya civata wezîrên Kurdistanê bi belge  behsa pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta federal li Bexdayê, bi taybetî pirsa neft û budceyê, kir. Rehîm bi belge eşkre kir ku, siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê neftê de qanûnî û li gor madeyên destûra bingehîn a Îraqê ye.

Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de behsa diyaseta herêma Kurdistanê a di warê neft û behemanîna neftên, girêbestên di warê neftê de bi kompaniyên biyanî re hatine îmza kirin kir û got ku, herêma Kurdistanê amadeye di hemû waran de bi zelalî di warê neftê de hevkarî û hevahengiyê bi Bexdayê re bike, ”Bi tu awayî em rê nadin Bexda bi timamî kontirola meseleya neftê bike û herêma Kurdistanê dest ji mafên xwe yên destûrî yên di warê berhemanîn û rêvebirina siyaseta neftê de bernade.”

Cebar Yawer emîndarê giştiyê wezareta pêşmergeyê Kurdistanê bi kurtî behsa pirsgirêkên pêşmerge di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got ku, pirsgirêka pêşmerge bi tenê buedce û meaş nîne, lê belê pirsgirêkên cidî yên yasayî û destûrî hene û li ser wan pirsan dîtinê Hewlêr û Bexdayê ne wek hev in. Vê yekê jî wisa kiriye ku pirsgirêka pêşmerge di navbera Hewlêr û Bexdayê de hilawîstî bimîne.

Yawer got ku, piştî sala 2011ê Amerîkayê hêzên xwe ji Îraqê vekêşan, hikûmeta Îraqê hêdî-hêdî dest bi hilweşandina rêkeftinên hevbeş kir, bi taybetî li deverên kurdistaniyên dervey îdareya herêma Kurdistanê ew lihevhaitnên hevbeş di navbera hêzên pêşmerge, hêzên Amerîkayê û sopayê Îraqê îhmal kirin.

Nûçeyên têkildar