Girtiyên siyasî di rojeva civîna îro ya Cenêvê de ye

Ajans-KDP.info/ Civîna di navbera şanda opozisyon û rejîma Sûriyê li Cenêvê dê îro jî berdewam bibin. Pirsa berdana girtiyan jî di rojeva civînên îro de be.
Duh şemiya 25/1/2014 şanda rejîm û opozisyona Sûriyê li ser yek maseya danûstandinan bi amadebûna Nûnerê Navdewletî û Eerbî yê taybet bi Sûriyê Exzer Ibrahîmî rûniştin û civîna wan nêzîkî 3 saetan berdewam bû. Îbrahîmî piştî civînên duh got ku “rewşa gelek zehmet û aloz” e.
Derbarê encamên civînên roja şemiyê de, Ibrahîmî got “Me gelek tişt pêk ne anîn, lê emê berdewam bibin. Rewş gelek zehmet û aloz e. Em bi nîv gava ne bi gaveke temam dimeşin”.
Ibrahîm bal kişand ku di civîna danê sibehê ya yekeşmê de dê pirsa girtiyan bê gotûbêjkirin.
Opozisyona Sûriyê duh ragihand ku roja duşemê dê pirsên siyasî yên taybet bi cîbicîkirina bendên rêkeftina Cenêv1, bi taybet avakirina hikûmeta intîqalî bêne gotûbêjkirin, Ibrahîmî li ser vê meseleyê jî got ”Yekeşmê dê pirsa girtî û wendayan bê behskirin û piştre em dê binêrin roja duşemê behsa çi bikin”.
Opozisyona Sûriyê tekez dike ku divê hemû xalên rêkeftina Cenêv1 bêne cîbicîkirin, şanda rejîma Sûriyê jî ji roja ku gihiştiye Swîsrayê de dibêje ew bi xalên wê rêkeftinê razî ye, lê avakirina hikûmeteke intîqalî red dike. Rejîma Sûriyê dibêje ku wan di dema derketina rêkeftina Cenêv1 de helwesta xwe derbarê xala girêdayî û avakirina hikûmeta intîqalî li Sûriyê gihandiye Neteweyên Yekbûyî û welatên din ên peywendîdar.
Opozisyon herwiha dibêje ku nave ti roleke Serokê Sûriyê Beşar Esed di proseya siyasî de hebe, lê Esed gelek caran gotiye ku gelê Sûriyê dê derbarê bê yekê de biryar bide û dibe ku ew xwe di hilbijartinên hezîranê de car din kandîd bike. Rûdaw




