Li ser alîkariya bo penaberan Elmaniya sipasiya Hikûmeta Kurdistanê kir

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya cîgira serokê parlamentiya Elmaniya Klaudia Roth kir.
Şanda di bin serokatiya xanim Roth de, ji sefîrê Elmaniya li Iraqê, konsolê giştî yê Elmaniya li Hewlêrê û hejmarek berpirsiyaran pêk hat.
Roth di hevdîtina xwe de diyar kir ku yek ji armancên serdana wê dîtina kampên penaberên Sûriyê yê li Herêma Kurdistanê ne û ew dixwaze ji nêzîk ve li wan guhdarî bike.
Xanim Roth her wiha sipasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku alîkariya penaberan kiriye.
Ji aliyê xwe ve serokwezîr behsa alîkariyên ku hikûmeta Kurdistanê ji bo penaberan pêşkêş kiriye kir û got ku pêwîstiya wan bi alîkariyên zêdetir heye, ji ber vê yekê jî ew bang li hikûmeta Iraqê û cîhanê dikin ku bibin alîkar.
Di hevdîtinê de her du alî li ser pêwendiyên di navbera her du welatan de axifîn û rewşa siyasî ya Sûriyê û herêmê gotûbêj kirin




