Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Tirkiye li Davos civiyan

Roja pênçşem 23.01.2014 li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Ahmet Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye civiyan.
Li hevdîtinê de peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye û pêşhatên dawî ya pêvajoya siyasiya Iraqê û her wiha rewşa Sûriye hate nirxandin.
Li vê civînê de tekez li ser girîngî û berdewamiya wan danustandinan kirin ku li ser babeta şandina neft û gaza Herêma Kurdistanê li navbera her dû aliyan de li holê daye.
Li vê hevdîtinê de behsa konferansa Cenev 2 kirin û Wezîrê Derveyê Tirkiye xweşhaliya xwe nîşanda ku hêzên siyasiyên Kurdên Sûriye li çarçêweya opozîsyon û hevrikên Sûriyê de beşdarî li konferansa Cenev 2 bûne.
Peywendiyên her dû aliyan û pêvajoya siyasiya navçeya Rojhilata Navîn mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û her dû alî wê yekê dûpat kirin ku pêwîste peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiye li berjewendiya Iraqê bi giştî bê.
Di derbarê hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê jî her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku bi navê berev pêşvebirina demokrasiya li Iraqê, ev hilbijartin li dema xwe de bê encamdan




