26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî li gel Serokê Kompanya Ekson Mobîl û Cîgirê Serokê Kompanya Chevron civiya

Çavkanî: KDP.info

Roja pênçşem 23.01.2014 li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel bi cûda cûda li gel her yek ji Rex W. Tillerson Serokê Kompanya Ekson Mobîl her wiha li gel Jay R. Pryor Cîgirê Serokê Kompanya Chevron civiya.


Li van dû hevdîtinan de ku rêzdar Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Aştî Hewramî Wezîrê Samanê Sirûştî û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn, her dû kompanyayan spasiya hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û bi kurtî jî ji bo Serok Barzanî behsa kar û çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê kirin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî kar û çalakiyên wan her dû kompanyayên cîhanî kir û tekez jî li palpiştiya berdewamiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo karên wan yên li Herêm Kurdistanê da kir.

Nûçeyên têkildar