UN ji ber darvekirinên li Êranê xemgîne
__2014_01_23_h11m42s32__RJ.png)
Ajans-KDP.info/ Neteweyên Yekbûyî jî wek komelên mafên mirovan yên navneteweyî alozbûna xwe diyar kir li ser darvekirinên dama dawiyê li Êranê.
Di belavokekê de roja Çarşemê, Neteweyên Yekbûyî rijdî li Êranê kir ku li darvekirinan rawestîne.
Ofîsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî dibêje: Li gor raportên wê di du heftîyên serê vê mehê de herî kêm 40 kes li Êranê hatine darvekirin û dibêje: 625 kes di sala 2013`an de li Êran`ê hatibûn li darvekirin.




