26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Emerîka rexneyên tund li gotara Sûriyê di Cenêv2 de digire

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Wezareta Derve ya Emerîka rexneyên tund li gotara şanda rejîma Sûriyê di kongreya çareserkirina krîza Sûriyê, girtin û ragihand ku guhertin ne di rêya gotinan re tê encamdan.

Berdevka Wezareta Derve ya Emerîka Jîn Bsakî got: “Li şûna diyarkirina nerînekê li ser paşeroja Sûriyê, rejîma Sûriyê xwest gotarek gerim pêşkêş bikr”.

Herwiha Jîn Bsakî da zanîn ku “Rewşa xirab ya ku rejîmê li ser erdê peyda kiriye di rêya çend gotinan re nayê guhertin, lê tenê bi rêya avakirina hikûmetek veguhez û vekirina rêyên alîkariyên mirovî ew rewş tê guhertin”.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el-Muelim ku serokatiya şanda rejîma Sûriyê bo kongreya Cenêv2 dike, ku duh (22.01.2014) danê sibehê dest bi karên xwe kir, di gotarekê de rexneyên tund li opozîsyona Sûriyê û welatên ku alîkariya wan dike kiribû.

Welîd Muailm di gotareke dirêj de ku dema xwe ya diyarkirî (10 deqe) derbas kir, bi tundî rexne li welatên ku piştgiriya şoreşa Sûriyê digirin û ew wek “dijminên gelê Sûriyê” bi nav kirin.

Mualim got “Sûriyê omareke sivîl e û hin kesên di nava hola vê kongreyê de hewl dan wê vergînin sedsalên navîn. Mixabin ku em niha bi hinek welatan re rûdinin ku destê wan di kuştina hemwelatiyên Sûriyê de heye”.

Seroka şanda rejîma Sûriyê diyar kir ku “ti şoreşek li Sûriyê tine ye û tiştê niha diqewime teroreke ji derve hatiye”.

Welîd Mualim gotina xwe ya duh ku gotibû “Esed û rejîm xeta sor in” dubare kir û got “Her axaftinek li ser çûna Esed di kongreyê de bê kirin dê kongreyê ji rêça xwe derbixe”.

Nûçeyên têkildar