26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bi hezaran Sûrî ber bi welatên cîran ve ji dijwarîyê direvin

Çavkanî: KDP.info

Komisyona bilinda Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên penaberan (UNHCR) ragihand, ku dibe ku nêzîkî 30 hezar penaberên Sûriya di heyama 48 demjimêran de derbasî nav Libnanê bûne.

Herweha li gorî nûçeyan ku hejmareka dina ji penaberên Sûrîya ber bi Ûrdon ûTurkîya û Iraqê ve revîyane.

Di evê derbarê de li gorî BBC, bêjedarê UNHCR Melissa Fleming di vê derbarê de daxuyand, “Hin raport li ba me hene ku dibêjin ji duhî ve bi hezaran welatiyên Sûriya reviyane Libnanê û em dixwazin ji van raportan piştrast bibin.”

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Fleming ronî kir ku raport amaje dikin ku navbera 8500 heta 30 hezar kesî di heyama 48 saatên borî de derbasî Libnanê bûne.

Fleming aşkere kir ku sinor hîn vekiriye û jîn jî xelk derbasî nav Libnanê dibe.

Ev daxuyanî di demekê de ye ku çalakvanên Sûriya dibêjin şer û pevçûnên giran navbera “artêşa Sûriya ya azad” û hêzên rejîma Sûriya li çend bajarên çê dibe.

Nûçeyên têkildar