25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Komara Kurdistanê îrada netewî ya kurdan nîşan cîhanê da

Çavkanî: KDP.info

Rojnameya Evro-KDP.info/ Elî Qazî Mihemed kurê Pêşewa Qazî Mihemed serokê Komara Kurdistanê diyar kir ku, ragehand komara Kurdistanê li demê xwe de bo hemû cîhanê ew yek nîşan da ku kurd xwedan îradene û mixabin ji ber rewşê wê demê û bi taybetî jî nebûna piştevaniya derekî jî komarê zêde dirêj nekir, lê karîgeriya komara Kurdistanê li ser hemû takekê kurd heta niha jî heye û çu demekê ji bîr kurdan naçe.


Elî Qazî Mihemed kurê pêşewa Qazî Mihemed û Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê diyar kir ku, ragehandina Komara Kurdistanê mezintirîn rûdana çerxê bîst di dîroka Kurdistanê de bû, çunku bi ragehandina komarê kurdan nîşa hemû cîhanê dan ku ew dişên xwe birêvebiben û heke delîve bo kurdan bihête dan ew dişên baştirîn sîstemê rêveberatiyê jî dirust bikin û got: " Xala dî ya giring pişkdariya Barzaniyê nemir û hevalên wî û herwesa gelek hozên dî yên kurdan li bakurê Kurdistanê bû û ew yek jî wê demê îrada netewî û siyasî ya kurdan bo hemû cîhanê nîşan da û ji ber hindê jî em dibêjin ragehandina komara Kurdistanê bin axeka mezin bo paşeroja gelê kurd li hemû cîhanê dirust kir."


Navhatî diyar kir ku, herçende temenê komarê kêm bû û ji ber nebûna piştevaniya derekî û hindek pîlanên dojmnan zû ji nav çû, bes her wê ezmûna kêm jî dîrokek bo cîlên dahatî li Kurdistanê dirust kir û piştî jinavçûna komara Kurdistanê li Mihabadê bi dehan partên siyasî li hemû parçên Kurdistanê hatine avakirin û li ser binemayê mîrasê komara Kurdistanê bi dehan serihildan destpê kirin û ew xebata wê demê li Mihabadê tuvên wê hatine çandin niha li Hewlêr û Amed û Qamişlo berhemê wê diyar dibe û got: " Komara Kurdistanê hestê netewî li ba hemû genicekî Kurdistanê dirust kir û evroke demê em berê xwe bidine destkevtyên kurdan li herêma Kurdistanê û parçên dî yên welatê me bo hemû cîhanê aşikira dibe ka komara Kurdistanê çi bo kurdan li dûv xwe bicih hêla û ji ber hindê jî ragehandina komara Kurdistan xaleka werçerxanê di dîroka Kurdistanê bû û divê ew roje herdem wek cejin bihête pîroz kirin."


Navihatî ew yek jî diyar kir komara Kurdistanê û şoreşên dî yên kurdî hemû mîrasên gelê kurdin û pişkekin ji dîroka me û divê em şanaziyê bi xwe bikin ku me şiyaye wek kurd 68 sal beriya niha komara Kurdistanê ragehînîn.

Nûçeyên têkildar