26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavkaniyek: Îşev Qamişlo tê azadkirin

Çavkanî: Rudaw

Li gor pêşveçûna bûyeran û çavdêriya berpirsên siyasî, dibe ku îro heta êvarî bajarên Dêrik û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê ji destê rejîma Baasê bên azadkirin.

Endamê polîtboruya Partiya Wîfaqa Kurd li Sûriyê Xemgîn Dêrik di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Duh daxwazek bi vî awayî ji aliyê partiyên Kurdî ve pêşkêşî rejîma Sûriyê hatibû kirin. Dewletê gotibû, hûn garantiyê bidin, em amadene û kar li wê derê rawestiya ye.”

Qamişlo wekî navenda siyasî ya Rojavayê Kurdistanê tê danîn. Navenda serekî ya girseya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) û hêzên din ên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê ye.

Heta duh Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ji bo bajar bêyî şer bê valekirin, ligel dezgehên fermî yê rejîma Sûriyê ligel peywendiyan bûn.

Xemgîn Dêrik got: “Ez nizanim wê rewş ber bi ku ve biçe. Ger fermanên jor gotin, ew navçeyên stratejî bi taybet ji ber ku li ser sînorê du welatane û navçeyekî petroliye, wê demê Kurd neçarin ku bi hêzên leşkerî hewla azadkirina wê bidin. Di vê derbarê herdu encûmen di nava guftûgoyan de ne.” Dêrik got: “Herdu encûmenan despêkê derbarê rê û şêweyê azadkirina wan navçeyan de bi cûda di nava hev de guftûgo kirin.”

Li gor gotina Xemgîn Dêrik, “Hêzên rojavayê Kurdistanê yên - li Herêma Kurdistanê hatibûn perwerdekirin, li ser sînor in. Ger çi pirsgirêkek dirûst bibe, wê ew hêz wan navçeyan kontrol bikin. Bi kurtî îro heta şevê, emê di vê derbarê de nûçeyekî xweş bibîhîsin.”

Şeva borî bi dehan ciwan li kolanên Qamişloyê wekî nîşanek ji bo hatina pêşmergeyan, dirûşmeyên pesindana pêşmergeyan di gotin.

Nûçeyên têkildar