Cenêv2 bêy Êran û Desteya hemahengiyê û ENSê

Ajans-KDP.info/ kongreya Cenêv2 sibê çarşema 22/1/2014 li bajarê Montreux destpêdike bêy Êran û Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û Encûmena Niştimanî ya Sûriyê.
Piştî ku Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê hişyarî da ku eger Êran tevlî kongreya Cenêv2 bibe ew dê beşdar nebe, Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Êran tevlî kongreyê nabe. Wasington û opozîsyon jî pêşwaziya vê biryarê kirin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Martin Nesirky di kongreyeke rojnamevaniyê de got ku Êran xwest piştgirî neda daxuyaniya Cenêv1 a ku daxwaza avakirina hikûmeteke intîqalî li Sûriyê dike, lewra kongreya Cenêv2 a dê bêy Êran were lidarxistin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergi Lavrov rexne li biryara Neteweyên Yekbûyî girt derbarê beşdarî nekirina Êran di kongreya Cenêv2 de. Sergi Lavrov tekez kir ku Rûsya dê tevlî kongreya Cenêv2 bibe û dê ji bo serxistina kongreyê jî tev bigere û hemû hewlên xwe bide.
Her wiha ji aliyekî dî ve Encûmena Niştimanî ya Sûriyê ENSê wek nerazîbûnekê li ser beşdariya hevpeymaniya opozîsyonê di kongreya Cenêv2 de biryar da ku endamên xwe yên ku hejmara wan 25 kes e ji nav hevpeymaniyê vekişîne.
ENSê di daxuyaniyekê de ku îmzeya serokê wê Corc Sebra li ser e, got ku ew ji hemû deste û komîteyên hevpeymaniya opozîsyonê vedkişe û êdî ti têkiliya wê bi hevpeymaniyê tine ye.
Her wiha Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ku wek opozîsyon hundir a nêzîkî rejîmê tê naskirin, car din tekîd kir ku telvî kongreya Cenêv2 nabe.
Biryar e kongreya Cenêv2 sibê çarşemê li bajarê Montreux destpêbike û roja în û şemiyê dê li bajarê Cenêvê bidome.




