Şirketên kîmyayî dabûn rejîma Baasê tên dadgehkirin

Hewlêr-KDP.info./ Li Fransayê kar ji bo dadgehkirina wan şirketên biyanî tê kirin ku di bidestxistina çekên kîmyayî de hevkariya rejîma berê ya İraqê kiribûn.
Duh Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan yê Herêma Kurdistanê Aram Ehmed Mihemed pêşwazî li parêzerê Fransî Gabriel Miron kir ku parastina mafê qurbaniyên kîmyabaranê dike û niha li welatê xwe hewl dide wan şirketên di bidestxistina çekên kîmyayî de hevkariya rejîma berê ya İraqê kirine, bide dadgehê.
Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan Fuad Osman got: ‘’Piştî hatina parêzerê Fransî Gabriel Miron û civîna wî ligel Wezîrê Karûbarê Şehîdan, Miron got ku niha li welatê xwe kar ji bo dadgehkirina wan şirketan dike ku hevkariya rejîma berê ya İraqê kirine bi mebesta bidestxistina çekên kîmyayî.’‘
Fuad Osman wiha axifî: ‘’Wî parêzerê Fransî bi rêya Wezareta Dadê ya Fransayê ev pirsa han naiye rojevê û hikûmeta Fransayê jî li ser dozeke wiha razî bûye û niha kar li ser tê kirin û di qonaxa lêkolînê de ye. Miron hêvî kir ku bikaribe bi rêya dadgehê mafê wan qurbaniyan vegerîne.’‘
Fuad Osman herwiha da zanîn ku Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan jî piştgiriya wezareta xwe nîşan daye daku ew şirket werin dadgeh kirin ku di demên borî de hevkariya rejîma Baasê ya Sedam Husên kirine bo bidestxistina çekên kîmyayî.




