25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Beşar Esed behsa destjêberdana desthilatê nekiriye

Çavkanî: KDP.info

 

Ajans-KDP.info/ Serokatiya Komara Sûriyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku serokê wî welatî Beşar Esed bi tu awayî behsa destjêberdana postê xwe nekiriye û ew babet ne mijara nîqaş û gotûbêjan e û belavkirina nûçeyên wiha jî dûrî rastiyê ne.

 Ofîsa Ragehandinê ya Serokatiya Komarê li ser rûpela xwe ya taybet di Facebookê de ragehandiye ku her tiştê li zarê Beşa Esed di ajansa İnterfax a Rûsî de hatibe belav kirin ji rastiyê dûre û Esed hevpeyvîn bi wan re nekiriye.

 Ajansên Rûsyayê berê ragehandibûn ku Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed ji nûnerê Parlamentoya Rûsyayê re gotiye; "Ger me xwestiba dest ji kar berdin me berê ew kar dikir, lê em parêzgariya welat dikin û bi tu awayî behsa dest ji kar berdanê nehatiye kirin."

 

Nûçeyên têkildar