Gelê Misrê Destûra nû ya welêt pesend kir

Ajans-KDP.info/ Lijneya Bilind a Hilbijartinên Misrê ragihand, 98%ê gelê Misrê dengê “erê” dane Destûra nû ya wî welatî.
Li Misrê, rojên 14 û 15 vê mehê referandoma Destûra nû ya welêt hat lidarxistin.
Encamên referandomê duh (18.01.2014) ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinan ve hat eşkerekirin.
Li gorî encamên referandomê, 20 milyon kes beşdarî referandomê bûne ku ev jî dike 38%ê xelkê Misrê.
Lijneyê eşkere kir ku 98%ê kesên ku tevlî referandomê bûne, dengê “erê” dane Destûrê û bi vî awayî Destûr hat pesendkirin.
Destûra nû ji aliyê lijneyek 50 kesî ve hatiye nivîsandin. Serokê lijneyê Sekreterê berê yê Yekitiya Erebî, Emr Mûsa bû her wiha piraniya endamên lêjneyê jî sekolar bûn.




