Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê tevlî Cinêv 2 dibe

Sûriyê-KDP.info/ Duh 18/1/2014an Hevpeymaniya Niştimanî ya hêzên şoreşê û opozisyona Sûriyê jibo dîtina çareseriyekê ji qeyrana Sûriyê re deng li ser beşdarbûna di Cinêv 2 da.
Ofîsa ragihandinê ya Hevpeymaniyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di proseyeke dengdanê ya nehênî de û bi amadebûna 75 endaman ji eslê 120 endaman Itîlafê birêve çûye.
Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya Hevpeymaniyê, ji 75 dengan, 58 bi belê deng dane û 14 kes bi na û kaxezek sipî ya vala hebûye bi bê deng. Her weha 44 endam jî di rûniştinê de amade nebûne.
Piştî biryara Hevpeymaniya Niştimanî ya hêzên opozisyonê bo beşdarbûna li Cinêv 2`yê her yek li welatên Rojava wek Birîtanya û Fransa û Almanya û tevî Emerîkayê pêşwazî li biryarê kirin û bi gavekî erênî destnîşan kirin.
Herwiha ji aliyê xwe ve Serok Erkanê Artêşa Azad Selîm Idrîs duh ragihand ku, ew amadene tevlî Kongra Cinêv 2 bibin, lê ligor van mercên xwarê:
- Divê Beşar Esed beşdarî hikûmeta Demkî nebe.
- Dadgehkirina berpirsên rêjîma Esed.
- Jinavbirina rêxistina deshelatdar ya ewlekariya Sûriyê ku sedemê serekî ya komkûjiyên li Sûriyê ye.
- Azadkirina girtiyan bi taybet jin û zarokan.
- Vekirina deriyê ji bo gihandina alîkariya mirovî bo welatiyên Sûriyê li herêmên dorpêçkirî (Dariye, Meedemiye,Wargeha Yermûk, Himis)
Hêjayî gotinê ye ku civîna Cinêv2yê ji bo armanca çareserkirina mijara Sûriyeyê di 22/1/2014`an li bajarê Montîro a Siwîsrayê dê bê lidarxistin.




