Nêçîrvan Barzanî îro diçe Bexdayê

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji mapera hikûmeta herêma Kurdistanê re eşkre kir ku,îro roja 19ê vê mehê şandeyeke bala a hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîr Kurdistanê serdana Bexdayê dike.
Dizeyê dibêje: ”Roja 25.12.2013ê şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û digel berpirsên Bexdayê gihiştibûn lihevhatinekê û her du aliyan dîtin û pêşniyarên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêşke kiribûn. Di vê serdanê jî de şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê dê digel hikûmeta Bexdayê pirsa budce, dosyeya neftê û pirsên din yên hilawîstî navbera Hewlêr û Bexdayê minaqeşe bike.
Dizeyê di daxuyaniya xwe de dibêje ku, hikûmeta herêma Kurdistanê hijmareke pêşniyarên konkret û piraktîkî pêşkeşî bi hikûmeta Îraqê kirine û ”em bi hêvîne ku, di civînê sibê de encamê wan pêşniyaran diyar bibe”
Hikûmeta herêma Kurdistanê, hertim di wê baweriyê de ye ku, divê hemû pirs bi rêya diyalog, gotûbêj û lihevtêgihiştinê bên çareser kirin.




