Gelê Kurd Li Rojawayê Kurdistanê Nêzî Rêzgarî Bûye

Çavkaniyên nûçeyan yên Rojawayê Kurdistanê diyar kirin ku, evro jî hêzên hevbeş yên Kurd ên bi navê hêzên parastina Gel karîne di encama êrîşeke hevbeş de Bajarê Amûdê jî rizgar bikin.
Di vê derbarê de Serokê PYDê diyar kir ku, evro piştî nivêja Înê hêzên parastina Gel yên Rojawayê Kurdistanê bi mebesta pêşî girtin ji derketina şer di nava Bajarên Kurdistanê de êrîş kirine ser dezgeh û baregehên Rejîma Baes yên li Bajarê Amûdê û ev Bajara han jî ji aliyê hêzên parastina Gel ve hatiye rizgarkirin.
Hêjayê gotinêye ku, duhê jî hêzên parastina Gel Bajarê Kobanê û Efrînê rizgar kiribûn.




