Mistefa sipasiya Japoniyayê kir ji bo wê alîkariya bi penaberên surî yên li herêma Kurdistanê re kiriye

Hewlêr-KDP.info/ Bi minasibeta bidawîhatina karê wî weke sefîrê Japoniyayê li Iraqê, Masato Takawka serdana fermangeha têkeliyênderve kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Di civînekê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyênderve amade bû, Felah Mistefa rola sefîrê Japoniyayê yê li Iraqê di warê pêşxistina têkelitên navbera Japoniya û Kurdistanê di warên cuda de bilind nirxand û got:
- Hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi têkeliyên bi Japoniyayê re dide û dixwaze wan têkeliyên berdewam xurt û berfireh bike û fêdey ji tecrûbeya zengîna japoniyayî ji bona binyatdanana welat werbigir û Japoniya dikare di gelek waran de hevkariya hikûmeta Kurdistanê bike.
Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê sipasiya sefîrê japoniyayê, gel û hikûmeta Japoniyayî kir ji bê wê hevkarî û alîkariya bi penaberên surî yên li herêma Kurdistanê re kir.
Sefîrê Japoniyayê yê Iraqê di axaftinekê de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî serkeftî Kurdistan di gişt waran de pêşede biriye û di warê têkeliyên bi cîhanê re jî siyaseta serkeftî meşandiye.
Rewşa emnî ya Iraqê, hilbijartinên parlamentoya Iraqê ku biryare di 30ê nîsanê de bên kirin û rewşa Suriyeyê û tesîra wê li ser cîranan mijarên din yên dîdara navbera her du aliyan bûn.




