Serok Barzanî: Em dev ji mafên xwe ber nadin

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi Serokkomarê Nemsayê re civiya û ragehand ku ew bi ti awayî dev ji mafên xwe yên destûrî ber nadin.
Di çarçoweya serdana xwe ya bo Ewrûpayê de îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serdana Serokkomarê Nemsayê Haniz Fishar kir.
Piştî merasima pêşwaziyê di presskonferanseke hevbeş de her yek ji Serokê Kurdistanê û Serokkomarê Nemsayê behsa ev serdana han kirin.
Di destpêka presskonferansê de Serok Barzanî ragehand ku Haniz Fishar beriya ku bibe Serokkomar dostê me ye, ew 30 sale em dostên hevin, ew serdana me serdana dostekî bo cem dostê xwe bû, di vê serdanê de me behsa rewşa deverê û gelek pirsên din yên Cîhanê kir, nêrînên me di her warî de nêzî hev bûn.
Derbarê kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî Serokê Kurdistanê got: Niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de proseyeke danûstandinê heye hêvî dikim ew porseya han bigehêje encam û kêşeyên heyî bi diyalog werin çareserkirin.
Destûra bingehîn ya Iraqê derbarê pirsa enerjî de şîretên bingehîn diyar kiriye û em li gor wan şîretan tev digerin û bi ti awayî dev ji mafên xwe yên destûrî jî ber nadin.




