Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Japonê kir

Li bajarê Hewlêrê şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwazî li bi Balyozê Japonê yê li Bexdadê Masato TakaOka û sekreterê duyemê balyozxaneya Japonê Takaşî Matsomoto re civiya.
Di evê hevdîtinê de Balyozê Japonê yê li Bexdadê ragehand ku Japon xwedan xwestekeke gelek bihêz e bo berfire kirina peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re jiber ku Japon wisa dihizre ku Kurdistan devereke gelek baş û goncawe bo hêlbirîn û sermayegozarî.
Masato TakaOka di berdewamiya axaftinên xwe de destxweşiyên xwe jî pêşkêşî civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê kir ku kariye rewşa ewlekarî ya Kurdistanê li devereke têjî alozî û nakokî de biparêze, ev aramiya han ya Kurdistanê bûye bingeheke sereke bo pêşkeftina Kurdistanê.
TakaOka herwiha hêvî xwest aramiya heyî ya li Kurdistanê de deverên din yên Îraqê jî bigre û rewşa deverên din yên Îraqê jî bibe weke rewşa Kurdistanê.
Di berdewamiya hevdîtinê de Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa pêgeha abûrî û siyasî ya Japonê kir û ragehand ku Japon di warê siyasî û abûrî de xwedan pêgeheke girîn û bihêz e.
Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku birêya bihêztir kirina peywendiyên navbera Kurdistan û Japonê de fêde ji ezmûna Japonê were girtin daku jêrxana abûrî û dezgehên Kurdistanê bi awayekî rêkûpêk werin organîzekirin.
Di dawiya vê hevdîtinê de Balyozê Japonê jiber bi dawî hatina dema erkdariya vî ya li Îraqê de xatira xwe ji Şewirmenêd civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê xwest û li hember de jî Mesrûr Barzanî destxweşî li Masato Tokaoka kir û weke dostekî Kurd binav kir û hêviya serkeftinê jê re xwest




