Serok Barzanî bi boneya meha Remezanê pîrozbahîya misilmanên Kurdistanê û cîhanê kir

Bi boneya hatina cejna Remezana pîroz, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pîrozbahîya misilmanên cîhanê bi giştî û herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî kir.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo hatina meha remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li sercem misilmanên cîhanê bi giştî û Herêma Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim hatina vê mehê pir bi bereket û bi rehmet bibê û her wiha bibe cihê xêr û xweşiya gelê Kurdistan û sercem gelên Iraqê û pêşxistina giyana birayetî û pêkve jiyanê û hemû pêkhatan jî bikîn armanca xwe ya serekî ku eve jî cewhera ola pîroza îslame.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30 Şaban 1433 koçî
20.07.2012




