26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî damezrandina Kurdistan TV pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan


Rêzdar birêveber û karmendên kanala asmanî ya Kurdistan TV

Bi helkefta panzdehe‌mîn salvegera damezrandina kanala asmanî ya Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li we yên ezîz û delal dikim û ji bo we hêviya berdewamî û zêdetir pêşketinê dixwazim.

Kanala asmanî ya Kurdistan TV yekemîn telefizyona asmanî ya Iraq û Kurdistane û li destpêka damezrandina wê li ruyê siyasî û civakî û hunerî û rewşenbîrî ve pêşeng bûye û bi ruhê hestkirina bi berpirsiyariya nîştimanî û neteweyî‌ kar kiriye.

Hêvîdarim berdewam sûd ji pêşketina berdewamiyên teknîkî ya ragihandinê werbigrin heta li pêşxistina welat û hişyariya gelê me û bergiriya li daxwazên wê yên rewa û xweşdiviya welat û belavkirina kultûrî ya birayetî û lêborînî her li pêşeng da bimînin.

Destxweşiyê li we dikim û ji bo we hêviya serketinên zêdetir dixwazim.


Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

Nûçeyên têkildar