26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bi boneya meha Remezanê pîrozbahîya misilmanên Kurdistanê û cîhanê kir

Çavkanî: KDP.info

Bi boneya hatina meha Remezana pîroz, birêz Mesrûr Barzanî şîretkarê encumena asayîşa herêma Kurdistanê peyamek pêşkêşî Misilmanên Cîhan û Kurdistanê kir.

eve jî tekesta vê peyamê ye:

Bi boneya hatina Meha Remezana pîroz, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya Misilmanên Cîhanê bi giştî û yên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Daxwaz ji Yezdanê mezin dikim ev Meha han bibe sedema xêr û xweşî bo her kes û bibe hewîna belav kirina aştî û xweşî û bihêztir kirina rihê bihevre jiyan di navbera pêkhateyên olî yên civaka Kurdistanê û Misilmanan jî hîn zêdetir girêdayî bi nirx û pîwerên pîroz yên ola pîroza îslamê bike.

Nûçeyên têkildar