Şandeke bajêrvaniya Sura Amedê serdana bajêrvaniya Dihokê kir

Dihok-KDP.info/ Ji bo pêşvebirina peywendiyên di navbera bajêrvaniya Dihokê û Sura Amedê, duh 15/1/2014 şandeke bajêrvaniya Sura Amedê bi serpereştiya Ebdula Demîr Baş serdana bajêrvaniya Dihokê kir û ji aliyê cêgirê serokê bajêrvaniya Dihokê Xalid Hesen û serokê civata bajêrvaniyê Ismet Ebdulrehman û herdû rêveberên bajêrvanên rojhelat û rojava pêşwazî lê hate kirin.
Di ruînştinê da behsa peywendiyên dû qulî di navbera herdû aliya de û kar û xizmetên pêşkêşî welatiyan dikin di hemû biyavan de bi giştî hatekirin û di tewerekê dî de behsê pêk guhertina şarezayan di navbera her du bajêrvaniyan hate kirin bo hindê bişên zêdetir û rêk û pêktir pirojên xizmetguzarî bicih bînin û xizmeta welatiyan bikin.




