26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Zêbarî: Hikûmeta Kurdistanê gelek bi başî hevkariya Penberên Sûriyê kiriye

Çavkanî: KDP.info

Kuwêyt-KDP.info/ Wezîrê derve yê Iraqê di çarçoweya beşdarî kirin di kongreya kom kirina hevkariyan bo xelk û Penaberên Sûriyayê yaku li Kuwaitê hatiye organîzekirin got: "Hikûmeta Kurdistanê gelek bi başî hevkariya Penberên Sûriyê û Rojava kiriye."

Bi armanca beşdarîkirin di konferensa welatên komekbexiş bo Sûriyeyê li Kuwêytê, şandeyeke wezareta derve a hikûmeta Iraqê û fermangeha têkeliyên derve bi serokatiya Hişiyar Zêbarî û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derveyê herêma Kudistanê gihişte welatê Kuwêytê.

Şandeya hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Ebdulhemîd Feylekawî berpirsê îdareya cîhana erebî û Miehemd Behrululum û Xesan Zewawî sefîrê Kuwêytê li Îraqê ve hatin pêşwazî kirin.

Di konferensa welatên komekbexiş bo piştevanîkirina penaberên surî ku, Ban Kî-moon sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî pêşniyara wê kionferensê kiribû, Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqê peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de pesna rola hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, xizmetgozariyên pêwîst pêşkeşî penaberên surî yên li herêma Kurdistanê kirine û di kampan de akincî kirine.

Zêbarî got ku, komisyona balaya penaberan 210 hezar penaberên surî li Îraqê tomar kirine û 40 hezar jî li derveyî kampan dijî û ew ji aliyê komsyonê ve nehatîne qeyd kirin.

Di konferensê de ku 68 welat û rêxistinên navdewletî beûdariyê tê de dikin, Zêbarî got ku,  ji bilî dabînkirina cîyê hewandinê, ava vexwarinê, dirustkirina xivetgehan û dabînkirina xeta asîmanî di navebra Hewlêr û Qamîşlo bo veguhastina alîkariyan bi rêya 10 balefiran, hikûmeta herêma Kurdistanê nêzîkî 70 milyon dolar alîkariya penaberan kiriye

Nûçeyên têkildar