26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyamî pîrozbahîyê ya hukûmeta herêma Kurdistanê bi boneya hatina cejna Remezanê

Çavkanî: KDP.info

Bi boneya hatina meha remezana pîroz, hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê ji hemû misilmanan re şand.

Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe a pîrozbahiyê de dibêje:

Bi boneya hatina meha remezana pîroz, bi germî pîrozbahiyê li xûşk û birayên misilman yên Kurdistanê bi taybetî û misilmanên Îraq û cîhanê bi tevayî dikîn.

Em bi hêvîn e ku, meha remezana pîroz bibe meha xêr, bereket, avedanî, aşitî û dilrehetiyê bo hemû kes û aliyan û cejin, xweşî û şadî pê re bihêt.

Xwedayê mezin rojo, nivêj, îbadet û xwedaperistiya hemû kes û aliyan qebûl bike û xweşjiyanî, pêkvejiyan, lêbihurînî û mirovdostî zêdetir bi Kurdistan, Îraq, cîhan û tevmirovatiyê bibexşe.

Em, Remezaneke aram û jiyaneke hêmin û asude bo hemû kes û aliyan daxwaz dikîn.

Peyamî pîrozbahîyê ya hukûmeta herêma Kurdistanê bi boneya hatina cejna Remezanê
Her şad û serkeftî bin. 
Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê
20.07.2012


 

Nûçeyên têkildar