25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Parlamentoya Birîtanya pirsa Kurd gotûbêj kir

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Li Parlamentoya Birîtanyayê rûniştineke taybet derbarê Herêma Kurdistanê û pirsa Kurd bi giştî de hat sazkirin.

Di rûniştinê de ku ji aliyê Grûba Parlamenterên Birîtanya ya Dostê Kurd ve hat organîzekirin, axaftin li ser bihêzkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Birîtanyayê hat kirin. Herwiha parlamenterê Brîtanyayê daxwaz ji hikûmeta xwe kirin ku meseleya Enfalê wek jenosaîd nas bike.

Grûba Parlamenterên Dostên Kurd ku ji hemû partiyên Parlamentoya Birîtanyayê pêk tên, meha 11 a sala borî, serdana Herêma Kurdistanê kiribû û çûbûn kampa koçberên Rojavayê Kurdistanê. Di vê derbarê de jî raportek pêşkêşî Parlamentoya Birîtanyayê kirin.

Di raportê de ku îro gotûbêj li ser hat kirin, çend pêşniyar bo hikûmeta Birîtanya hatin kirin, wek;

1- Hikûmeta Birîtanya bi fermî, Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dawet bike û ji aliyê Serokwezîrê Brîtanya û Wezîrê Derve ve pêşwazî li wan bê kirin.

2- Wezîrê Derve yê Birîtanyayê serdana Herêma Kurdistanê bike.

3- Hikûmeta Birîtanya nûnerekî taybet bo peywendiyên bazirganî li Herêma Kurdistanê deyne.

4- Serokwezîrê Birîtanya David Cameron, semînereke taybet derbarê Kurdistanê de li ofîsa xwe ya li 10 Downing Street saz bike.

5- Wezareta Navxwe ya Birîtanya asankariya vîzeyê bo hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bike û astengiyên li ber wergirtina vîzeyê rake.

6- Hikûmeta Birîtanya şepola Enfalê wek jenosaîd nas bike û salane di 14.04 de rêz li wê bîranînê bigire.

Hêjayê gotinê ye sala borî jî Parlamentoya Birîtanya rûniştineke taybet li ser pirsa ku Enfal wek jenosaîd bê naskirin saz kiribû û daxwaz ji hikûmeta Birîtanya kir ku Enfalê wek jenosaîd nas bike.

Gruba Parlamenterên Dostê Kurd ji hinek parlamenterên Birîtanya pêk tê wek parlamenterê bi regez Kurd Nedîm Zehawî, Meg Munn, Robert Halfon, Mayk Geyps, Leo Docherty û ligel çend parlamenterên din. Basnews

Nûçeyên têkildar