Teqînan Bexda û Mûsilê hejandin û bi dehan qurbanî hene

Bexda-KDP.info/ Duh çarşema 15/1/2014 di encama hejmarek ji teqînan, bajarê Bexda û Mûsilê hejiyan û bi dehan qurbanî ketin.
Li gorî ajansan, li meydana pîşesaziya Bexdadê, otombîleke bombekirî teqiya û di encamê de, 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Her wiha otombîleke din ya bombekirî li navçeya Şi`eleyê ya Bexdadê hatiye teqandin û bûye sedema şehdîkirin û birîndarkirina 9 kesan, her wiha otombîleke bombekirî li navçeya Şikokê li bakurê Bexdadê teqiyaye û bûye sedema şehîdkirin û birîndarkirina 17 kesan.
Ji aliyekî dî ve, Bi sedema teqîna bombeyeke çandî bi karwaneke artêşa Iraqê de li bajarê Mûsilê, 6 leşker hatin kuştin û 9ê din birîndar ketin.
Berpirsê ragihandina liqa 14e ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, Seîd Memuzînî, ragehand ku: "Duh li gundê Eîn el-Cehiş li başurê Mûsilê, bombeyeke çandî bi karwaneke artêşa Iraqê de li bajarê Mûsilê teqî, di encamê de 6 leşker hatin kuştin û 9ê din jî birîndar ketin ku birîna hina ji wan girane."
Memuzînî amaje kir ku duh êvarî jî li navçeya Mecmûaa kesekî kurd bi navê Sedam Hesen Ereb ji aliyê çend çekdaran ve hat kuştin




