26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Desteya Hemahengiya Niştimanî tevlî Cenêv2 nabe

Çavkanî: KDP.info

Sûriyê-Ajans/ Desteya Hemahengiya Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê ragihand ku ew tevlî kongreya Cenêv2 nabe ji ber ku hewlên Emerîka û Rûsiya ji bo lidar xistinna wê ne cidî ne.

Desteya Hemahengiya Niştimanî di daxwiyaniyekê de dibêje: "Li gor merc û pêşhatên niha em beşdarî kongreya Cenêv2 a derbarê Sûriyê de nabin."

Desteyê ragihandibû ku wan vexwendineke fermî ji bo amadebûna di kongreyê de ligel şanda opozîsyonê wergirtibûn lê ofîsa cîbicîkar ya Desteya Hemahengiya Niştimanî biryar daye bi merc û pêşhatên niha beşdarî Cenêv2 nabe.

Herwiha Desteyê rexneyên tund li Emerîka û Rûsya girtin û got: "Ew her du welat dixwazin opozîsyona Sûriyê neçar bike ku tevlî kongreyê bibe. Awayê danûstandina her du welatan ji bo lidar xistina kongreyeke ku dê çarenvîsa welat û gelekî diyar bike, ne cidî ye."

Desteyê di adxwiyaniya xwe de tekez kir ku ew qebûl nakin ku Emerîka bi dilê xwe şanda opozîsyonê ji kongreya Cenêv2 re pêk bîne û ragihand "Em ji gelê Sûriyê de dibêjin ku em qebûl nakin ku rewşa xirab ya civaka Sûriyê bê bikar anîn ji sepandina ti çareseriyan li ser hisabê projeya niştmanî ya demokratî ya ku gelê Sûriyê ji bo wê rijiyan ser cadeyan

Nûçeyên têkildar