Li Hewlêrê Ban Kî-moon serdana kampên penaberan kir

Hewlêr-KDP.info/ Ban Kî-moon sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) gihişet Herêma Kurdistanê û li firokexaneya navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Sekreterê giştiyê NY digel Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û Newzad Hadî waliyê Hewlêrê serdana kampa Gewirgusk a penaberên rojavayê Kurdistanê kirin û ji nêzîk haydarî rewşa penaberan bûn.
Ban Kî-moon sekreterê giştiyê NY ku, ev yekemîn care serdana herêma Kurdistanê dike, li kampa Gewirgusk peyvek pêşkeş kir û axaftina xwe bi çend peyvên kurdî dest pê kir û got ku, ew hatine ji nêzîk guhdariya daxwaz û pêdawîstiyên penaberan bibin û NY piştevaniya hemû daxwazên wan dike.
Sekreterê giştiyê NY sipasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku, heta nuha 200 hezar penaberên surî wergirtine, çend kamp ji wan re avakirine. Wî got ku, ew digel Axzer Îbrahîmî mebûsê NY û Komakara Erebî bo pirsa Suriyeyê dê bi her awayî ji bona xweşkirina jiyana penaberan bixebitin.
Antoniyo Gotîrs berpirsê komisyona balaya penaberan li NY di axaftina xwe de sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ji bo wê xizmeta pêşkeşê penaberên surî yên li herêma Kurdistanê kirî û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê karî mafê penaberan di warê saxlemî, perwerde û xizmetgozariyên din de dabîn bike. Wî got ku, dibê dê li Kwêtê kampaniyaya komkirina 542 milyon dolaran bo penaberên herêma Kurdistanê birêve biçe û herêma Kurdistanê baştirîn kar kir kum deriyên xwe li pêş berê penaberan vekirin.




