Li Hewlêrê Odeya bazirganî a Dubayê hat vekirin

Hewlêr-KDP.info/ Li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyênderve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, Celîl Xeyat serokê Yekêtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî yên herêma Kurdistanê û Raşîd Mensyrî konsulê giştiyê Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî yê herêma Kurdistanê di merasimekê de duhî senterê odeya bazirganî û pêşesazî Îmaratê hat vekirin.
Di merasimê de Ebdulrehman Xorêr serokê civata îdariya odeya bazirganî û pîşesazî a Dibeyê di axaftinekê de behsa têkeliyên bazirganî yên navbera Îmarat û Kurdistanê kir û got ku, vekirina ofîsa odeya bazirganî û pêşesazî a Îmaratê li Hewlêrê dê bibe sedemê zêdetir berfirehkirina têkeliyan di hemû waran de.
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, di vê merasimê de, li ser navê hikûmeta Kurdistanê, vekirina ofîsa odeya bazirganî û pîşesazî a Dubey li herêma Kurdistanê pîroz kir û got ku, hikûmeta Kurdistanê bi giringî li têkeliyên bi Îmaratê re dinêre.
Mistefa got ku, herêma Kurdistanê weke hevbeşek siyasî, bazirganî û aborî li Îmaratê dinêre û hebûna konsulxaneya Îmaratê û 4 xetên asîmaniyên navbera her du aliyan de nîşaneya bihêzbûna têkeliyên her du aliyan e.
Berpirsê têkeliyên deve got ku, vekirina vê ofîsê weke sêyemîm ofîsa bazirganî a Dubey li cîhanê giringiya herêma Kurdistanê ji bo serokatiya siyasîya wî welatî diyar dike ku, herêma Kurdistanê deriyê aborî û senterê bazirganiyê bo hemû Îraqê ye.
Her di vê merasimê de Raşid Mensurî konsulê giştiyê Îmaratê yê di axaftina xwe de got ku, welatî hertim tekîdê li ser pêşxistina peywendiyan bi Îraqê û bi taybetî bi herêma Kurdistanê re dide.




