Tevgera Ciwanên Kurd dê li dijî girtina Pêşewa Behlewî xwepêşandanê bike

Qamişlo-KDP.info/ Tevgera Ciwanên Kurd dê li Qamişlo roja pêncşemê li dijî girtina peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Pêşewa Behlewî û çend çalakvanên din derkevin xwepêşandanê.
Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî duh 13/1/2014 di dema amadekirina raportekê li ser roja jidayikbûna Pêxemberê Islamê, li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên ewlekariya dewletê (Emin Dewle) ve hat girtin û heta niha nehatiye berdan.
Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) di daxuyaniyekê de girtina peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî û çalakvanan şermezar kir.
Her wiha T.C.K`ê di daxuyaniya xwe de bamg li hemû pêkhateyên civaka Qamişlo ji rêxistinên siyasî, civaka sivîl, mafên mirovan û xortan kir ku roja pêncşema 16/1/2014 saet 2yê piştî nîvor li cadeya Munîr Hebîb tevlî xwepêşandanê bibin û li dijî girtina çalakvanan dengê xwe bilind bikin.




