Mesrûr Barzanî roja ji dayikbûna pêxemberê mezin pîroz kir

Bi minasebeta hatina roja ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin Mesrûr Barzanî peyamek Pêşkêş kir, ku ev tekesta wê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi minasebeta yada pîroz ya ji daykbûna Fexrê kaênatê pêxemberê mezin Hz Muhemed Mustefa ( silavên xwedê li ser bin) gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya Mislimanên Kurdistan, Îraq û Cîhanê dikim.
Hêvî dikim ew minasebeta han ya pîroz bibe handereke din bo cîhbicîhkirina wateya rûhiyên bilind yên ola pîroz ya îslamê, çawe Kurdistan bûye navendeke bihevre jiyan û lêbûrdeyiya pêkhateyên olî.
Her wiha hêvî dikim ew rih û cana han ya bihevre jiyanê deverên din yên Iraq û tevahiya Rojhilata Navîn jî bide ber xwe.
Şikûmend be mewlûda pêxemberê Islamê, berqerar be tebayî û yekrêziya navbera pêkhateyên gelê me, di çarçoweya berfire û bihêz kirina ezmûna Kurdistanê, hevdu qebûlkirin û bonyadnana civakek li ser pîwerên yeksanî, biratî, dadweriya civakî û bihevre jiyanê.
Careke din şikûmend be mewlûda pêxemberê Islamê hêvî dikim ew roja han bo gelê Kurd bixêr û xweşî be û Iraqa fedral jî aram û awedan be.
Mesrûr Barzanî




