25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê roja jidaykbûna Pêxember pîroz dike

Çavkanî: KDP.info

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, bi minasibeta roja jidaykbûna pêxemberê mezin Mihemed (silavên xweda li ser bin) pîrozbahiyê li tev misilmanên cîhanê dike û radigehîne ku, roja 13.01.2014ê li tev saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê bênvedana (tatîl) fermî ye.

 

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê ji malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê re got:

 

- Bi minasibeta roja jidaykbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed (silavên xweda li ser bin) pîrozbahiya li tev misilmanan dikîn û em hêvîdar in ku, ev minasibete bibe hokarê xêr, bereket û xweşjiyaniyê bo gelê me û tev civaka mirovatiyê.

 

Dizeyî got ku, her bi vê minasibeta pîroz roja 13.01.2014ê li tevaya saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê bênvedan e.

Nûçeyên têkildar