25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Riyaz Hîcab ji hevpeymaniya opozîsyonê vekişiya

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Serokwezîrê berê yê rejîma Sûriyê Riyaz Hîcab û hevrikê Ehmed Cerba di hilbijartinê serokatiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de Riyaz Hîcab vekişîna xwe ji Hevpeymaniyê ragihand.

 Sûriyê Riyaz Hîcab ku di tebaxa 2012an de ji rejîma Sûriyê cudabûbû, vekişandina xwe wek "gaveke pirotestokirinê ya girîng" wesif kir. Hicab got "Armanc ji vê gavê bihêzkirin, hevgirtin û vegerandina hevpeymaniyê ser rêya rast e."

 Di nameyekê de ku ji Komeleya Niştimanî ya Azad, ya ku ew serokatiya wê dike, şandiye, Hîcab diyar kir ku biryara vekişandina wî bi sedema nezelaliya asoyên kar di nava hevpeymaniyê de ye.

Nûçeyên têkildar