Şiwan Taha: Li Enbarê çareseriya ewlekarî û leşkeriyê bi tenê ne bes e

Hewlêr-KDP.info/ Endamê Encûmena nûneranên Iraqê ser bi Hevpeymaniya Kurdistanî û endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê Şiwan Mihemed Taha ragehand ku rewşa ewlekariyê li tevahiya Iraqê ne sazkar e, û tiştê li bajarê Enbarê çêdibe nave wê tevliheviya hindek babetane li Enbarê, çareseriya ewlekarî li wî bajarî ne bes e.
Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê di Encûmena nûneranên Iraqê de tekez kir ku, xelkê Enbarê bi ser sê beşan de dabeş bûne, beşek ji eşîretan digel hikûmetê de ne, beşê 2em digel xwepêşanderan de ne û beşê 3yem li dijî hatina terorîstane bo nav parêzgehê de, bi taybetî bo nav qeza Felûce, ji ber vê yekê jî pêwîste hikûmeta Iraqê bi eqil û zanebûn mamele digel wan de bike.
Şiwan Mihemed Taha diyar kir ku, li Enbarê çareseriya ewlekarî û leşkerî bi tenê ne bes e, çunku ev aloziya han pêwîstiya wê bi hemahengiyê heye û divê daxwazên wan yên rewa bên bi cîhanîn.
Taha got: "Bo nehiştina teroristiyê pêdivî Iraqê bi nemana hejarî û bêkariyê heye, nabe kes bê dûrxistin, dibê Hikûmeta Iraqê xelkê ji cih û warên wan derxîne, xelkê Enbar û Felûceyê koçberbûne û berê xwe dane Herêma Kurdistanê."
Her wiha Endamê Encûmena nûneranên Iraqê ser bi Hevpeymaniya Kurdistanî diyar kir ku wan wek endamê encûmenê daxwaz ji Serok Barzanî û eqlemendarên Iraqê kirine ku vê rewşa ku bi aliyekî xerab û ne raste de diçe bixwînin, ji ber ku ev rewiş dê bandorek xerab li ser pêşeroja Iraqê bi tevahî hebe.
Derbarê biryara Encûmena nûnerên Iraqê ku zimanê fermî yê welat ( zimanê Kurdî û Erebî) bi du zimanên fermî yê welat destnîşan kir, Taha got: "Ev mafekî destûriye bo xelkê Kurdistanê, ev yek pêdiviya wê bi yasayê hebû, ji ber vê yekê jî ket dengdanê û biryar li ser hat stendin."




