26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Sekreterê Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka kir

Çavkanî: KDP.info

Piştî nîvroya îro şemî 11.01.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett McGurk Sekreterê Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka û şanda li gel kir.

Li civînê de pêvajoya siyasî û emniya Iraqê û pêşketinên dawî yên emnî û siyasiyên parêzgeha Enbarê hatin nirxandin û li ser wan rêyên çareseriyên ku dibine sedema dawî anîna qeyranî siyasî û emniya Iraqê bi giştî û parêzgeha Enbar bi taybetî de danustandina bîr û ramanan kirin. Li vê kombûnê de her dû alî li ser wê yekê hevre bûn ku pêwîste hemû aliyek hewl bidin qeyrana niha ya parêzgeha Enbar nebê bingehek ji bo hilgîrsandina şerê eşîrî ya di navbera Şî'e û Sûnne.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal û pêvajoya siyasî ya Sûriye û paşaroja vî welatî û konferansa Genev 2 û her wiha pêvajoya mirovî ya penaberên Sûriye mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Sekreterê Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka bû. Li dawiya vê kombûnê de biryar hate dayîn ku Herêma Kurdistan û Amerîka ji bo peydakirina çareseriyeke guncav ji bo qeyranên Iraqê li hemahengî û şêwîrîna berdewam da bin.

Nûçeyên têkildar