Komkara Welatên Erebî serdana kampên penaberan dike

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duh li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li xatûn Hîse Al-sanî mabûsa emîndarê giştiyê Komkara Welatên Erebî û şandeya pê re kir.
Di civînekê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve û Înas Mekawî rêvebira îdareya beşê karûbarên jin û zarokan li Komkara Erebî amade bûn, rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê û rewşa siyasiya deverê bi gitşî hat gotûbêj kirin.
Berpirsê têkeliyên derve di axaftinekê de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê rola Komkara Welatên Erebî di warê pêşkeşkirina alîkariyên mirovî bo penaberên rojavayê Kurdistanê bilind dinirxîne û bi gaveke erênî wesiv dike. Mistefa got jî ku, di warê pêşkeşkirina alîkariyan bo penaberên rojavayê Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayî çalak rola xwe lîstiye.
Berpirsê têkeliyên derve ji şandeya mêvan re diyar kir ku, penaberên surî yên li herêma Kurdistanê zêdetir pêwîstî bi alîkairiyan heye û bi tyabetî xêzanên bêserperişt, xwedîpêdawîstiyên taybet û zarokan bi alîkariyên taybet heye.
Şandeya Komkara Welatên Erebî a bi serokatiya xatûn Hîse di axaftina xwe de xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê alîkarîkirina penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku, ew dixwaz in serdana kampên penaberên bikin û ji nêzêîk hadarî rewşa jiyan û pêdawîstiyên penaberan bibin.
Di mijareke din de, berpirsê têkeliyên derve behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistan û welatên erebî kir û tekîd li ser nêzîkbûna her du neteweyên kurd û ereb kir û got ku, duh 4 konsulxaneyên welatên erebî li herêma Kurdistanê hene û ji bona kûrtirkirina têkeliyan, herêma Kurdistanê dixwaze zêdetir welatên erebî konsulxaneyên xwe li Hewlêrê vekin.




