26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dihok.. Sala 2013 Miliyardek û 650 miliyon Dolar weberhênan hatiye kirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok_KDP.info/ Berpirsê peywendî û ragihandinê li rêveberîya weberhênanê li parêzgeha Dihokê ragihand, ku di sala 2013 de 38 projeyên weberhênanê li Dihokê hebûne ku gûjmeya weberhênan jî yek Miliyard û 685 miliyon dolar bûye.
Li gorî ajansa PNA Felah Hacî Heso berpirsê peywendî û ragihandinê li rêveberîya weberhênanê li parêzgeha Dihokê ragihand, ku di sala 2013 de çar proje paş ve hatine zivirandin û ji wan jî 4 proje muhleta kar jê hatine wergirtin ku sê proje yên geştyarî li Sêmêl, Akrê û Zawête bûne û herwis aprojeya kompanîya Adil Mutehide hatiye ragirtin û muhleta kar jê hatiye wergirtin ku têçûna pareyê wê weberhênanê jî ji hemûyan zêdetir bûye ku zêdetir ji 497 miliyon dolarane.

Felah Hacî Heso herwiha got:" ji wan 38 projeyan, 13 proje bo pîşesazî, heft proje bo geştyarî, neh proje bo bazirganî, sê proje bo perwerde û fêrkirinê, 2 proje werzişî, du projeyên saxlemî û du proje jî di buwaê çandinîyê de bûne."

Nûçeyên têkildar